Piştî dorpêça Amerîkayê bo ser şirketên rêvîngiyên esmanî yên Îranê, ev şirket rastî pirsgirêkên gelek micid hatine û hemû firîna balafirên wan, bi tevavî sekinîne û bi tenê firîn bo çend cihan wek welatê Çînê hatiye kirin.
Li roja Çarşemî 23ê Îlonê, firîna balafirên rêjîma Îranê bo welatên wek Îraq, Oman, Gurcistan û komara Azerbaycanê hatine hilveşandin, sekinîna firîna wan balafiran li encama dorpêça Amerîkayê bo ser rêjîma Îranê ya bi navê “Operasiyona Dûrxistina Aborî” bo ser aboriya rêjîmê ye.
Skat Bêsênt, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê pêştir ragihandibû ku ji roja Çarşemî 23ê Îlonê ve dorpêça bo ser şirketên rêvîngiyên esmanî yên Îranê dest pê dike û her welatek vê dorpêçê binpê bike egera vê heye bikeve ber dorpçên Amerîkayê û egera vê heye ji sîstema malî ya cîhanî û Dolar bê bêparkirin.
Skat Bêsênt, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê, ragihand beşeke mezin a geştên esmanî yên biyanî bo Îranê hatine rawestandin û got: «%80 an %90 Geştên esmanî hatine rawestandin, Ez nizanim nûnerên Îranê yên li Neteweyên Yekbûyî, dê çawa vegerin mala xwe.»