Wezareta Derve ya Kanadayê bi belavkirina daxuyaniyekê li roja Çarşemî 23ê Îlonê, daye zanîn ku 5 berpirsên payebilind ên ewlehiya rêjîma Îranê û 5 navendên hikûmî yên rêjîma Îranê bi sedema rola wan li tepeserkirina tundûtîj a xelkê, li lîstê nû yê dorpêçan de tomar kirine.
Wezareta Derve ya Kandayê li derheq nasnameya wan kesan û navê wan navendên rêjîmê ti zanyariyek zêdetir belav nekir, lê daye zanîn ku wan kesan û navendên rêjîmê bo tepeserkirina neraziyan û sînordarkirina zêdetir a azadiyên bingehîn ên xelkê Îranê wek çavdêriya dîcîtal, sansor, tundûtîjiya neyasayî, binçavkirinên xweserane û tirsandina xelkê de rol hebûne.
Berpirsên rêjîma Îranê hejmara kuştiyên li xwenîşandanên nerizayetî ya Befranbara 1404 a Rojî bi 3 hezar û 700 kes ragihandin, li halekê de pêka amarên belavbûyî li derveyî Îranê ev hejmar gelek zêdetir ji amarên rêjîmê bûye.
Kanadayê ji sala 2002 a Zayînî ve heta niha li 24 qonaxan de 237 kes û 265 navendên ser bi rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan de tomar kirine.