Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Belûçistê de çendîn pastarên pilebilind ên spaha pastaran hatin kuştin

10:19 - 24 Îlon 2026

Pêka raporên belavbûyî li Belûçistanê, li şer û pevçona çekdarên “Cêbheya Têkoşerên Gel” a Belûçistanê digel hêzên spaha pasdaran a terorîst li bajarê Serawanê, fermandeyekî pilebilind ê spaha terorîst ê bi navê Husên Zerîfî ku pileya sertîp 2 ya spaha pasdaran de bûye û fermandeyê yekeya secad a spaha pasdaran li bajarê serawanê bûye, hatiye kuştin.

Pêka wan raporan, li devera Cehadabad a ser bi bajarê Serawanê de Husên Zetîfî û Ehmed Heratî û pasdsarekî din ku nasnameya wî hêj nehatiye zanîn, li wî şerî de hatine kuştin.

Herwisa hatiye ragihandin ku hêzên hov ên rêjîmê devera şer militarize kirine û hêzên xwe li çendîn şeqaman de cihgîr kirine û heta direngî rojê şerekî giran di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên “Cêbheya Têkoşerên Gel” a Belûçistanê de berdewam bûye.

“Cêbheya Têkoşerên Gel” a Belûçistanê kuştina wan terorîstên rêjîmê girtiye stuyê xwe û li sibêdeya roja Pêncşemî 24ê Îlonê de jî, spaha pasdaran a terorîst nexweşxaneya Razî ya bajarê serawanê dorpêç kirine û nexweşên li nexweşxaneyê bê îzna pizîşkan û bi zorê derxistine û bi tenê îzna hatinûçonê didne ambolansan, egera vê heye kuştî û birîndarên rêjîmê gelek zêde bin.

Li gorî rapora Hal Vesh «Cêbheya Têkoşerên Gel» bi weşandina daxuyaniyekê berpirsiyariya şerê çekdarî li devera Cîhadabadê li bajarê Serawanê girt ustiyê xwe û îdîa kir ku bi dehan hêzên leşkerî û ewlehiyê hatine kuştin û birîndarkirin.