Rêjîma Îranê ragîhand ku bi sedema êrîşa Amerîka bo ser başûrê Îranê 18 kes hatine kuştin û 142 kesên dine jî birîndar bûne.
Husên Kirmanpûr, birêveberê pêywendiyên giştî yê wezareta tenduristiya rêjîmê bi belavkirina amarekê îdia kiriye li êrîşên demjimêr 8: 30 xulekê şeva Duşemî 31ê Tebaxê heta şevê Çarşemî 2ê Îlonê, 18 kes li Îranê de bi sedema wan êrîşan hatine kuştin û 142 kesên din jî birîndar bûne û zarokek û 2 jin li nav wan kuştiyan de hene.
Herwisa navbirî îdia kiriye ji koma birîndaran, 61 kes jin û 44 kes jî temenê wan jêr 18 saliyê de ne.
Amerîkayê li derheq xisarên medenî li wan êrîşan de ti zanyariyek serast belav nekirine, lê “Tîm Hawkînz”, berdevkê CENTCOMê li roja Çarşemî 2ê Îlonê li bersiva pirsyara bi armancgirtina xelkê medenî de ragihand: “Artêşa Amerîka bervajiyê spaha pasdaran a terorîst, bi ti awayek xelkê medenî nake armanc”.
Li derheq vê yêkê ku talarekî cihê şahî û dawetê jî ku rêjîma Îranê gelek pirûpagendê pê ve dike, tête gotin ku cebilxane û sekoya avêtina mûşekên rêjîmê li 150 metriya nêzîk vê Talarê bûye û bi sedema êrîşa bo ser wê navenda leşkerî ku gelek nêzîkî Talarê bûye, hinek xisar û pirîşk ber vê Talarê jî kevtine.
Hinek serçavên navxweyî behsa hindê jî dikin ku mûşekekî rêjîmê li dema avêtinê de serkeftî nebûye û keftiye ser bane Talarê.