Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netewên Yekgirtî daxwaza sekinandina teqekirin ji kolber û şewatberan kir

13:24 - 24 Îlon 2026

Çar karnasên serbixwe yên mafên mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî, daxwaza sekinandina bikaranîna hêza bikuj bi dijî kolberan li Kurdistanê û şewatberan li Belûçistanê li sînoran de kirin û li ser hewcehiya lêkolînên serbixwe li derheq haletên kuştina wan, tekez kirin.

Pêka datayên belavkirî, ji destpêka sala 2026 a Zayînî ve zêdetir ji 12 kolber bi teqeya hêzên sînorî yên rêjîma Îranê an spaha pasdaran a terorîst hatine kuştin, heta li heyama 2 heyvên derbasbûyî de 7 kolber bi teqeya rasterast li mewdaya nêzîk ve hatine kuştin, hejmarek ji wan kolberan ti alav an tîştek bi wan re nebûye.

Herwisa pêka datayên belavbûyî ji destpêka sala 2026 a Zayînî ve heta heyva August, anku heyvek berî niha, zêdetir ji 13 şewatber li encama teqeya rasterast û lipeyketina hêzên serbazî û ewlehiyên rêjîmê li sînorên Belûçistanê de hatine kuştin.

Karnasên Saziya Netewên Yekgirtî tekez kirine ku şik û guman li hebûna tiştên qaçax bi xwe gef li ser canê mirovan nayê hisêb û nikare bibe hêcetek bo teqekirin û bikaranîna hêza bikuj.

Wan karnasan daxwaza lêkolînên lezgîn, serbixwe û bêalî li derheq wan kuştinan û neçarkirina bikerên wan kuştinan bo bersivdanê kirine û tekez kirine ku malbatên wan kuştiyan mafê vê yekê hene ji rastiya wan kuştinan agehdar bibin.