Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koşka Sipî li ser gotinên Pizîşkiyan bertek nîşan da

13:29 - 24 Îlon 2026

Koşka Sipî roja çarşemî 1ê Rezberê, di bersivdana axavtina Mesûd Pizîşkiyan de di Kora Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de, bi amajedan bi tepeseriya xelkê Îranê ji aliyê rejîmê ve, kuştina Amerîkîyan, kiryarên Komara Îslamî li Tengava Hormozê û êrîşên wê yên herêmî,  tekez kir ku Donald Tiramp ti carî rê nede rejîma Îranê bibe xwediyê çekên navikî.

Anna Kelly, Cihgirê berdevka Koşka Sipî, di daxuyaniyekê de got: Rejîma Îranê hezaran kes ji xelkê Îranê kuştine, û Amerîkî li derveyî welat jî kuştiye, li Tengava Hormozê de dest bi kiryarên terorîstî kiriye û êrîşên amancdar li ser cîranên xwe yên herêmê encam daye.

Herwisa ev gotinên “Anna Kelly” nêrîna Koşka Spî ye li derheq raporta heyeta serbixwe ya komîteya derxistina rastiyan nîşan dide ku li Neteweyên Yekgirtî de ku li ser Îranê hatibû ragihandin.

Ev berteka Koşka Spî piştî axavtina Pizîşkiyan ya roja çarşemî di 81emîn civîna Kora Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bûye.

Pizîşkiyan di axavtina xwe de bi rexnekirina Amerîka, tawanbarkirin û piştgîriya Komara Îslamî ji terorîzmê jî red kiriye. Herwisa Heyeta nûneratiya Amerîkayê û nûnerên dehan welatên dinê di dema axavtina Pizîşkiyan de salona kombûna Giştî bicih hêlan.