Demjimêr 2 û 20 xulekên nîve şeva pêncşemê 2yê Rezberê, rêjîma terorîste komara Îslamî, bi 3 dronan êrîş kire ser malekê li bajêrê Soranê.
Komara Îslamî bi gumana evê ku pêşmergeyên Hizba Dêmokrat li mala kesekî li nav bajêrê Soran de ne, dronbaran kiriye.
Ev êrîşa nû ya Komara Îslamî di wê demê de ye ku her duhî, Mesûd Pezêşkîyan, serkomarê wê rêjîmî di civîna kora Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de got: Îran terorîst nîne, qurbana tîrorîzmê ye!
Her di wê civînê de, berpirsê Şêwreya Yekîtiya Ewrûpayê, Antoniyo Gosta, daxwaz ji Komara Îslamî kir ku dawiyê bi êrîşên bo ser welatên cîran bîne.
Çend demjimêran piştre, Komara Îslamî bi dronan êrîş dike ser bajarên Herêma Kurdistanê û ligel binpêkirina serweriya axa welatên cîran, xelkê sivîl jî dike armanc.
Hêjayî gotinê ye ku rêjîma Komara Îslamî ya Îranê di heyamê destpêkirina şerê ligel Amerîka û Îsraîlê ve heta niha bi zêdetir ji 160 mûşek û dronan kempên malbatên Hizba Dêmokrat a Kurdistanî Îranê û bingehên dermankirinî û perwerdehiyê yên vê hizbê kirine armanc.