Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa mediayên nêzîk bi spahê bo ser Êraqçî, piştî hevdîtina wî digel nûnerê Amerîka

13:34 - 24 Îlon 2026

Sedema rexneyên tund ên mediayên ser bi Spaha Pastaran li hember Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Ebas Eraqçî, hevdîtina wî ya ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê, Stêv Witkaf bû. Ev hevdîtin li perawêza Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Niyo Yorkê pêk hat.

Mediayên wekî ajansên Tesnîm û Fars ragihandin ku hevdîtinên bi wî awayî di vê rewşa ku zextên Amerîkayê li ser Îranê zêde bûne, tenê di berjewendiya Waşîngtonê de ne. Her çend çavkaniyên nêzîkî hikûmetê diyar kirin ku Eraqçî piştî "israra" aliyê Amerîkî ev civîn pejirandiye da ku mercên Îranê yên bo vekirina Tengava Hormozê û bidawîanîna şer rabigihîne, lê Tesnimê ev hincet red kir.

Ev mediayên rêjîmê îdia kirin ku yan dibe Êraqçî daxwaza lêborînê bike, yan div jêpirsîn jê bête kirin, wan mediayan rû bi Êraqçî gotin: ma tu çikareyî û bi îzana kê tu çoyî digel nûnerê Amerîka rûniştiyî?

Heman demê de, Donald Tiramp da zanîn ku nûnerên wî hevdîtineke pir berhemdar ligel navbeynkaran re li ser mijara Îranê encam dane.