Ji ber zêdebûna zextên navdewletî li ser Komara Îslamî ya Îranê, Almanya û Brîtanyayê derbarê siyaseta Tehranê de gavên nû avêtin.
Hevdem digel 81emîn Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Karên Derve ya Alman di hevdîtina ligel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Êraqçî de daxwaz kir ku Tengava Hormozê bêyî ti mercî ji bo keştivaniya azad û ewle bê vekirin. Alman herwisa tekez kir ku divê Îran ji bo bidawîanîna aloziyên herêmê bi rengekî erênî beşdarî gotûbêjan bibe.
Di heman demê de, Brîtanyayê ji bo piştevaniya pêngavên zextên aborî yên Amerîkayê, şert û mercên destûrdayîna bo pênc bankên Îranî yên li welatê xwe dijwartir kirin. Wezareta Darayî ya Brîtanyayê ragihand ku destûra kar a bankên wekî Banka Sipeh, Banka Mîllî, Sadirat, Persian International û Têcarat meha bê bi dawî dibe û nayê nûkirin. Piştî vê biryarê, daxwazên nû yên van bankan dê werin redkirin.