Li balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, geştên balafirên rêjîma Îranê hatine sekinand, herwisa li balafirxaneya bajarê Necefê de jî geştên balafirên rêjîma Îranê hatine sekinandin, li rojên pêştir jî balafirxaneya bajarê Bexdayê bo balafirên Îranê hatibû daxistin.
Amerîkayê hemû hêlên esmanî yên rêjîma Îranê li dorpêça nû de tomar kirine û her cure xizmetguzarî an firotina bilîtên wan qedexe kiriye, her welatek vê biryara Amerîkayê binpê bike, egera vê heye bikeve ber ceza û dorpêçan û ji bazara Dolar û sîstema malî ya cîhanî bê bêparkirin.
Pêka gotina Skat Bêsên, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê, zêdetir ji 80 heta %90 a firîna balafirên Îranê hatine sekinandin.
Ji aliyê din ve Mihemed Muxbir, şêwirkar û alîkarê rêberê rêjîma Îranê bi belavkirina peyamekê tevî gefxwarin li welatên deverê îdia kiriye hekî balafirên Îranê derfeta firîn û xizmetguzarî li welatan de nebin, ti welatekê jî ev derfeta li deverê de nabe û firîn li deverê an bo hemûyan azad e, yan bo be ti welatekî nabe.
Pêştir pasdarê terorîst Muhsin Rizayî îdia kiribû hekî welatên cîran derfeta firînê nedne balafirên me, wan jî ev derfet nabe.