Mark Rotê, Serokê Giştî yê NATOyê, li roja Înê 25ê Îlonê, li hevpeyvîn digel “Fox News”ê de tevî îşarekirin bi tuntirbûna dorpêçên aborî yên Amerîka bo ser rêjîma Îranê ragihand, xelkê Îranê rojane wan givaşan seh dikin lê bo rêjîma Îranê, berjewendiya xelkê Îranê ti giringiyek nîne.
Navbirî daye zanîn ku Amerîkayê bi êrîşkirinên xwe bo ser rêjîma Îranê, bernameyên mûşekî û navkiyên vê rêjîmê ku bo ser “Îsraîl, Rojhilata Navîn û cîhan”ê bibû gef, lawaz kiriye û niha givaşên aborî bo ser vê rêjîmê tuntir kirine.
Serokê Giştî yê NATOyê axaftinên Binyamîn Netanyaho li kora giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî de piştrast kir û raghand ku xelkê Îranê ji desthilata vê rêjîmê bêzar bûne.
Binyamîn Netanyaho gotibû ku rêjîma Îranê zêdetir ji her tiştekê, ji xelkê bivêr ên Îranê ditirse, li demke nêzîk, hêza xelkê dê desthilata rêjîmê ji nav bibe û rêjîma mirovkuj dê biherife û xelkê Îranê dê azad bibin û em bi pevre dê vê rojê bikin bi cêşin.