Binyamîn Netenyahu, Serokwezîrê Îsraîlê, li Civata Gştî ya Neteweyên Yekbûyî de axaftinek pêşkêş kir û bala cîhanê kişand ser Îran û Rojhilata Navîn. Netenyahu da zanîn ku desthilatdariya rêjîma komara îslamî ji xelkê Îranê yên ku daxwaza azadiyê dikin ditirse.
Navborî li ser tirîbûna Netewên Yêkbûyî alavekî înternêtê ya Starlinkê nîşan da û got ku rêjîma Tehranê bi mîlyaran dolar xerç dike da ku înternetê asteng bike daku rastiyan ji xelkê Îranê veşêre. Netenyahu bal kişand ser nerazîbûna nûnerên ku salon terikandin û helwesta wan bi tirsonek û durûtî binav kir. Wî got ku ev desthilata zordar wê di demek nêzîk de hilweşe û xelkê Îranê bibe xwedî azadî.
Herwisa Serokwezîrê Îsraîlê behsa sozên xwe yên berê kir ku nehêştiye rêjîma Îranê bibe xwedî çekên etomî. Di heman demê de, bal kişand ser derbên girane ku li dijî komên mîna Hizbullaha Libnanê hatine lêxistin, bi taybetî nîşandana lawazbûna çek û cebilxaneyên wan. Wî di dawiyê de peyamek piştevaniyê ji bo xelkê Îranê şand û tekez kir ku Îsraîl li kêleka wan rawestiyaye.