Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya Kurdpayê, rêjîma Îranê alavên leşkerî ji rêyên nava bajarê Merîwanê ber bi deverên sînorî yên Başmaxê veguhestin.
Li gorî zaniyariyên çavkaniyek agahdar, eva şeşemîn veguhastin û barkirina çek, tank û amûrên şer e, ku ber bi sînorê Başmaxê ve hatine veguhestin.
Di heman pêwendiyê de, roja 9ê Xermanana 1405, Kurdpayê wêneyên veguhastina alavên leşkerî li ser rêya Seqiz–Banê jî belav kiribû. Herwisa, roja 3ê Xermanana1405 jî wêneyên veguhastina alavên leşkerî li ser rêya Miyanduav–Bokan jî hatibûn belavkirin û ji aliyek din çavkaniyên agehdar li navxweyê welat bi Ragihandina PDKÎ ragihandibûn ku li bajarê Banê tevî veguhastina alavên leşkerî hêzek zêde ya bejayî jî bo deverên weke Kîwero û Seyranbend hatine veguhastin û cihgîrkirin.
Pêka wan zaniyariyan di vî heyamî de li piraniya bajarên Kurdistanê operasiyonên veguhastina alavên leşkerî bi awayekî berfireh berdewam bûye, û çek û alavên leşkerî yên giran ber bi piraniyan sinorên destkirid yên Kurdistanê veguhastine, û ev tundbûna rewşa ewlehî-leşkerî di Kurdistanê de, nîgeraniya welatiyan li ser ewlehiya jiyanî û şert û mercên jiyana wan zêde kiriye.