Rojanmeya “The Wall Street Journal” ragihandiye ku pêka gotina berpirsekî Amerîkayê, pêşniyara wezîrê derve yê rêjîma Îranê bo sekinandina şer, dawîhatina dorpêçan, azadkirina darayî ya zewtkirî ya rêjîmê û vekirina tengava Hormoz ji aliyê Donald Trump ve hatiye redkirin.
Wezîrê derve yê rêjîma Îranê pêşniyarek dabû Amerîka ku bo heyamê 7 rojan de cî bi cî bike daku tengava Hormozê veke û li roja 7ê de danûstandina 2 alî dest pê bike.
Ebas Îraqçî, wezîrê derve yê rêjîma komara îslamî li cîvîneke rojnamevanî de îdia kiribû bi rêya nûnerên Qeterê li civîna kora giştî ya rêkxistina Netewên Yekgirtî de ew pêşniyar bo Amerîkayê şandiye. Axaftinên wî berpirsê çewtekar ê rêjîma Îranê li halekê de ye ku bi awayê rasterast, çend demjimêran digel Stîv Vîtkaf ê nûnerê Donald Tiramp, gotûbêj kiribû.