Li ser zêdebûna êrîşên leşkerî yên Hûsiyan li dijî Erebistana Siûdî, rewşa ewlehiyê ya Herêmê aloztir dibe.
Li gorî daxuyaniyên dawî, sîstema berevaniya esmanî yên Erebistana Siûdî Diron û mûşekên balîstîk ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi Riyazê û herêmên başûrê rojavayê Erebistanê ve hatibûn avêtin, teqandin û xistine xwarê.
Sekreterê Giştî ê Encumena Hevkariya Kendavê, Casim Mihemed ev êrîşane bi tundî şermezar kirin û piştgiriya tam bo mafê Erebistana Siûdî di parastina serwerî û ewlehiya xwe de ragihand. Herwisa bang li civaka navdewletî kir ku helwesteke biryarder li dijî Hûsiyan nîşan bide.
Li hember van êrîşan, endamên piymana bergiriya hevbeş a Mekê bertek hebûn. Wezîrê Bergiriyê yê Erebistana Siûdî, Xalid bin Selman, ligel fermandarên artêşên Pakistan û Tirkiyeyê civiya. Serfermandarên van her sê welatan li Riyazê civîneke lezgîn pêk anîn da ku mekanîzmayên bersivdana hevbeş û parastina jêrxana aborî û ewlehiya Herêmê binirxînin. Di heman demê de, firokeyên şer yên hevpeymaniyê pireke stratejîk li başûrê rojavayê Yemenê ku riya pewendiyê ya Senayê bû kirine armanc û hêzên hikûmeta Yemenê jî li parêzgeha Teizê pêşveçûn tomar kirine.
Herwisa hat ragîhandin ku Serkomarê Firansê Êmanoel Makron ragihand ku ji bo parastina bendergeha neftê ya Yanbu li dijî êrîşên Hûsiyan, Fransa wê leşker û sîstemên bergiriya esmanî û radaran bişîne Erebistana Siûdî.