Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşa rêjîmê bo ser hunermandan, zêdetir dibe

11:32 - 26 Îlon 2026

Rûpelê Înstagiramê ya «Sitayêş Sadiqzade», sitranbêj û dutarjena 13 salî û ji Kurdên Xurasanê, di rojên derbas bûyî de bi biryara dadwerî ya rejîma Îranê hate daxistin.

Li ser rûpela vê ya Înstagiramê de, ku zêdetir ji Milyonek şopînerên vê hene, hatiye nivîsandin: «Ev rûpel bi biryara desthilatdarên dadwerî, ji ber belavkirina vîdyoyekî tawanbarane hatiye daxistin.»

Li gorî zaniyariyên belavbûyî, Sitayêş Sadiqzade bi esla xwe de ji Kurdên bajarê Şîrwanê li parêzgeha Xurasana Bakur e.

Sitayêş ji temenekî biçûk ve di warê huner û muzîkê de çalak e û di dutarjeniyê, bi taybetî dutara Xurasanê, gelek şareza ye. Ew herwisa bi zimanên cuda sitranan dibêje û bi taybetî di vegerandina sitran û berhemên kevin ên folklorî yên Kurmancî jî çalak e.

Di heyama derbasbûyî de, vîdyoyên sitrangotin û dutarjenîna Sitayêş, ku ji bo bîranîna şehîdên meha Befranbarê hatibû pêşkêş kirine, li torên civakî bi awayekî berfireh hatine belavkirin û bala hejmareke zêde ji civakê bo aliyê xwe kişand.

Daxistina rûpelê vê hunermenda Kurd ku tenê 13 salî ye, di demekê de pêk tê ku karbidestên dadweriyê yên rejîmê ti hûrguliyên zêdetir li derheq wê vîdyoyê ku wekî «tawan» hatiye binavkirin, belav nekirine.