Di deve devê 4 emîn salvegera cinayet û komkujiya naskirî bi “Îniya Xwînîn” ku hêzên rêjîmê di vê rojê de sedan kes ji xelkê Belûç bi çekên giran serhevde kuştin û birîndar kirin, Molawî Ebdulhemîd, rêberê olî û pêşnimêjê mizgefta Mekî a Zahîdanê, got ku ev bûyer nayê jibîrkirin. Ew herwisa li ser şer û aloziyên herêmê hişyarî da û daxwaza diyalogê bi aliyên di şer de û hem jî bi xelkê Îranê re kir.
Ev mamostayê olî ê sunî yên Belûçan, roja înê 3yê Rezberê di xutbeya înê ya Zahîdanê de, bûyera kuştinê ya di 8ê Rezbera 1401an li Zahîdanê wek kiryarekî dilşewat û hovane binav kir û bîranîna kesên ku canê xwe ji dest dane û birîndar bûne bi rêz girt.
8ê Rezbera 1401an hevdem ligel xwepêşandanên seranserî yên şoreşa Jîna Emînî, Zahîdan bû şahidê yek ji cinayet û tepeseriya herî bi xwîn a wê sale.
Wê demê di raportekê de bi piştgirêdan bi Çavdêriya Mafên Mirovan hat ragihandin ku hêzên leşkerî û ewlehiyê yên rêjîmê li Zahîdanê herî kêm 108 kes kuştin û derdora 300 kesî jî birîndar kirin. Ev roj ji ber vê kuştarê wek "Înêya bi xwîn ya Zahîdanê" hat nasîn.