Dewleta Kolombiyayê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku pêwendiyên xwe yên dîplomatîk digel paşmaweyên rêjîma Îranê qut kirine û bi tenê xizmetguzariya kunsûlê dê bimîne û ev birayar jî pêka berçavgirtina berjewendî û ewlehiya netewî dê ji 19ê Îlonê ve hatiye cîbicîkirin.
Dewleta Kolombiyayê li daxuyaniya xwe de îşare bi pêwendiyên rêjîma Îranê digel girûpên “narko-terorîstî” ku girûpên cinayetkar ên ticareta madên hişber in, bi tawanbar zaniye ku li ser ewlehiya Kolombiyayê bûne gef.
Dewleta Kolombiyayê êrîşkirina rêjîma Îranê bo ser welatên Rojhilata Navîn û daxistina tengava Hormozê bi tundî rexne kiriye.
Ji aliyê din ve wezareta derve ya rêjîma Îranê biryra Kolombiyayê bo qutkirina pêweniyên siyasî rexne kir û pêwendiya xwe digel girûpên narko-terorîstî înkar kir û ev biryara dewleta Kolombiyayê bi bandora Îsraîl û Amerîkayê ve girê da.