Sînemakarê kurd, Hêmin Alanî bi kurtefîlma «Nan bi tama xakê» xelata kurtefîlma herî baş li festîvala «DO PAO» ya Portûgalê bi dest xist.
Belgefîlma «Nan bi tama xakê» ji derhênana Hêmin Alanî û berhemhênana hevbeş a Sinûr Se'îdî û Hêmin Alanî ye. Di 16emîn beşdariya xwe ya navneteweyî de, karî di 9emîn xula Festîvala Navneteweyî ya «DO PAO» de li Portûgalê, xelata kurtefîlma herî baş a vê festîvalê bi dest bixe.
Ev belgefîlma kurt ku cihê xwe di navendên sînemayî yên cîhanî de wekir, berî vê jî di çendîn festîvalên giring ên cîhanî de li welatên cûrbecûr beşdar bibû.
Serkeftina berdewam a vê berhemê nîşana kûriya naverok û gotara hunerî ya derhênerê wê ye di temsîla çîrokên mirovî û nasandina zêdetir a çand û rastiyên civakî de li şanoya cîhanî.