Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê berpirsyarê 2 kiryarên terorîstî li Bêljîkê ye

09:57 - 27 Îlon 2026

“Gerit Verkawtêrn”, Serokê Hevahengiya Lêkolîna gefên bo ser Bêljîkê li hevpeyvîna digel Radiyo û Têlêvîzyona hikûmî ya Bêljîkê de ragihand: “berpirsê 2 kiryarên terorîstî li bajarê Liyejê û herwisa bajarê Antwêrpê, bê şik û guman, rêjîma Îranê ye”.

Polîsê Bêljîkê bikerên wan 2 kiryarên terorîstî ku 2 zarok bûn, binçav kirin û “Gerit Verkawtêrn” ragihand ku ev 2 kes bi fermana rêjîma Îranê ev kiryarên terorîstî kirine.

Navbirî ragihand agirberdan bi maşîna kesekî Cihû li bajarê “Antwêrpê” û encamdana teqînekê li Kenîseya Cihûyan li bajarê Liyejê, li heyva Adarê a îsal bi fermanna rêjîma Îranê hatine kirin û berpirsyarê rasterast ê wan kiryarên terorîstî, rêjîma Îranê ye û heta êrîşa bo ser Kenîseya Cihûyan li welatê Holendê jî beşek ji wan 2 êrîşan bû ku saziyên ewlehî yên Bêljîkê ev kiryar pûç kirin.

Li halekê de çeteya “tevgera îslamiya eshabê yemîn” ev êrîş kêşa stuyê xwe û li vê derheqê de girte vîdyoyek belav kirin, lê polîsê Bêljîkê 2 zarokên jêr temenê yasayî ku ev kiryar kiribûn, binçav kirin.