Yanêz Yanşa, Serokwezîrê Slovêniyê li kora giştî ya Saziya Netewên Yekgritî de li hevpeyveîn digel “Fox News”ê got: “Guherîna rêjîma Îranê bo bidestveanîna aşitiyek hertimî li Rojhilata Navîn hewcehiyek hestiyar e”.
Herwisa “Yanêz Yanşa”, rêjîma Îranê bi çavkaniya piraniya pirsgirêkên deverê binav kir û rexne ji helwîsta hejmarek ji welatên Ewropayê bo piştevanîkirin li rêjîma Îranê girt.
Serokwezîrê Slovêniyê ragihand: “Cihê daxê ye li dema ku min digel hinek ji Serokwezîrên Ewropayê axivî, min didît li halekê de gelek piştevanî li Ukraynê dikin, hevdem li 3 salên derbasbûyî de piştevanî li Îranê kirine û her wekî min pêştir jî gotiye, wan du-standardî bi kar anîne û wêneya mezintir nabînin”.
Herwisa Serowezîrê Slovêniyê bi tekezî ragihand ku êrîşa 7ê Oktoberê, mezintirîn alîkarîdana startejîk bi Rûsiyê piştî şerê digel Ukraynê ye û vî şerî bi nişkêve bala cîhanê ji Ukraynê ve bo aliyê Îsraîl û Xezê ve rakêşand û pirsa Ukrayn kevte pileya duyê”.