Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan rêjîma Îranê li armancgirtina cihên medenî bi tawanbar dizane

10:04 - 27 Îlon 2026

Feysel Bin Ferhan, Wezîrê Derve yê Erebistanê li civîna giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî de ragihand, rêjîma Îranê li seranserê deverê de bi eşkere cihên medenî û aborî kirine armanc û daxwaz ji civaka navnetewî kir, kiryarên Hûsiyan ku bo ser gemîraniya li deryaya Sor de bûye gef, şermezar bikin.

Navbirî daxwaza ewlehiya giştgîr a deryayî li deverê de kir û hûşdarî da hewldan bo daxistina tengavên Rojhilata Navîn, gefek micid bo ser ewlehiya wize ya cîhanî ye û civaka navnetewî, erkê berpirsyaretiya xwe li hember gefên ku aşitî û ewlehiya navnetewî xistine metirsiyê, cî bi cî nekirine.

Li vê derheqê de Ebdulletîf El-Ziyanî, Wezîrê Derve yê Behrêynê ragihand ku rêjîma Îranê bi zêdetir ji 1700 mîşekên balistîkî, 80 mûşekên Kurûz û 5 hezar û 220 dironan, jêrxanên medenî û wize kirine armanc û 2 hezar gemiyên ticarî û neftkêş digel 20 hezar personelên wan girtine û 22 melewan kuştine.

Navbirî ragihand ku Kendav li dijwartirîn qeyrana ewlehî de ye û bikaranîna tengava Hormozê wek kartekê bo givaşxistin an zordariya aborî, rewşeke gelek metirsîdar bo ticareta cîhanî çê dike.