Li bajarê Merîwanê, şanoya kolanê ya bi navê «Bêdeng» ku ji nivîsîn û derhênana Seyîd Soran Huseynî ye, bi beşdariya nêzîkî 90 lîstikvanan êş û jiyana dijwar a kolberan anî nav dilê bajar.
Ev nîşandan ji çarriyana Şebrang a Merîwanê dest pê kir û piştî meşeke sê demjimêrî li tenişta gola Zerîbarê bi dawî dibe. Temaşevan di vê rêyê de bi lîstikvanan re dimeşin û rasterast dibin beşek ji çîrokê.
Armanca vê berhemê nîşandana ew rewşa dijwar a aborî û civakî ye ku ciwanên Kurdistanê neçar dike daku berê xwe bidin karê kolberiyê, ku yek ji xetertirîn rêyên peydakirina nanê rojane ye û xeteriya mirinê li ser çiyayên sînorî heye.
Li gorî amarên torên mafên mirovan, salane bi dehan kolber ji ber gulebarana rasterast a hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê, yan bûyerên xwezayî jiyana xwe ji dest didin. Merîwan ku navenda sereke ya şanoya kolanê ye, vê carê şano kiriye platformek daku dengê wan kolberan ragihîne ku di bêdengiya çiyayan de dimeşin, lê çîroka wan li kolanên bajar pirsyareke kûr li ser paşeroja ciwanan diafirîne.