Li derheq bûyera hatinûçonê li rêya Hemedan-Sawê rêzdar Mistefa Hicrî Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdostana Îranê peyameke hevxemiyê belav kir û sersaxî da malbatên canjidestdayîyan û xelkê Kurdistanê.
Deq peyamê wiha ye:
Roja Şemî 4ê Rezbera 1405 a Rojî, Otobûsek ku ji Kirmaşanê ve ber bi bajarê Têhranê ve diço, li ser rêka bajarê Hemedan-Sawê, de vergeriya û mixabin 11 kes li vê bûyerê de canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.
Li vê bûyera hatinûçonê de piraniya kesên ku canê xwe ji dest dane an birîndar bûne, xelkê bajarên Kirmaşan û Sehnê ne. Bi hilkefta vê bûyera cihê daxbariyê, ez serxweşiyê li malbata canjidestdayiyan û hemû welatiyên me li Kirmaşan û Sehnê dikim û hêviya zûbaşbûnê û nojdariyê bo birîndaran dixwazim.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Sikirtêrê Giştî
Mistefa Hicrî
5ê Rezbera 1405 a rojî