Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nabe rêjîma Îranê bibe xwediyê çeka navkî û nabe milîsan bikar bîne

16:30 - 27 Îlon 2026

“Elêksandir Stob” Serkomarê Fînlendê li kora giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî de ragihand ku nabe bi ti awayekê rêjîma Îranê çeka navkî bi dest xwe ve bîne û nabe milîsan bi kar bîne û nabe şiyana mûşekî hebe û nabe tengava Hormoz dabixe.

Ev axiftina Serkomarê Fînledê li halekê de bûye ku pêştir Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka daxwaz ji welatên cîhanê kir ku piştevaniyê ji hewldanên wî bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî bikin.

“Elêksandêr Stob” hêlên sor ên ku Amerîkayê bo rêjîma Îranê danîne, erê dike.

Navbirî şerê Rûsiyê û Ukraynê bi şerê Amerîka û rêjîma Îranê pêwendîdar bi hev re binav kir û ragihand ku Rûsiye zanyariyan dide rêjîma Îranê û rêjîm bi wan zanyariyan binkeyên Amerîkayê dike armanc û ji aliyê din ve rêjîma Îranê mûşekan dide Rûsiyê ku li şerê digel Ukraynê de bi kar tîne.