Amarên fermî yên Banka Navendî ya Îranê eşkere dikin ku rêjeya teweroma salane di meha Xermananê de gihîştiye %68.4ê; ev jî bilindtirîn asta giranbûna bihayê hewcehiyan û xizmetgûzariyan e li Îranê piştî Şerê Cîhanî yê Duyem heta niha.
Li gorî rapora Banka Navendî, teweroma salane ya hewcehiyên rojane gihîştiye %97.3ê û beşa xizmetgûzariyan jî %41.6 tomar kiriye.
Li gorî xemilandina Sindoqa Navneteweyî ya Pereyan, Îran piştî Vênêzuêla û Sûdanê, xwediyê sêyemîn rêjeya herî bilind a teweromê li cîhanê deye.
Di heman demê de, rêjeya teweroma xal bi xal gihîştiye %83.8ê û di vê navberê de tenê bilindbûna bihayê hewcehiyan jî%118ê derbas bûye.
Rojnameya «Dinyaya Eqtêsad» pêka gotina pisporan hişyarî daye ku rêjeya teweroma xal bi xal heta dawiya vê salê dikare bigihîje %99ê.
Sepandina cezayên nû li ser tora bankî û rêyên veguhastina esmanî û deryayî yên Îranê, qutbûna temam a pêwendiyên Îranê bi sîstima banka cîhanî û bêhêvîbûn ji gihîştin bi lihevkirinek siyasî, ji sedemên sereke yên daketina nirxa Riyal û bilindbûna bihayan tên hesibandin.