Di navbera demjimêr 1:40 heta 2:10 xulekên nîveşeva derbasbûyî, Kempa Azadiyê ya Hizba Dêmokrat, bû armanca sê dronan ji aliyê rêjîma Komara Îslamî ve.
Kempa Azadiyê li nêzîkî bajêrê Koyê girêdayî parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ye û cihê akincîbûna malbatên Hizbê ye.
Ev êrîş, hevdem e ligel çaremîn salvegera mûşekbarana binkeyên Hizbê piştî biencamgehiştina proseya yekbûna Hizba Dêmokrat. Li 6ê Rezbera 1401an de û piştî serkeftina mangirtina giştî li Kurdistanê piştî kuştina dewletî ya Jîna Emînî û yêkgirtina Hizbê, Komara Îslamî êrîşên mûşekî û dronî yên bo ser binkeyên Hizba Dêmokrat dest pê kirin.
Mixabin di wê zincîre êrîşên hovane de, 9 heval û hevçeperên me şehîd bûn; di nav wan de Wanyar Rehamanî, piçûktirîn şehîdê vê êrîşê, ku temenê wî tenê du roj bûn. Herwisa di êrîşên payîza heman salê de, 4 hevalên din jî çûn nav rêzên şehîdan.
Pêdiviyê gotinê ye ku şeva pêncşema borî jî, Komara Îslamî bi gumana hebûna pêşmergeyên Hizbê, malek welatiyekî li bajêrê Soranê dronbaran kir.
Ji destpêka şer û pevçûnên vê dawiyê yên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de heta niha, bi zêdetirî 163 mûşek û dronan, binke û baregehên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê hatine keftine ber êrîşan.