Hêzên çekdar ên Yemenê ragihandin ku wan li 3 rojên derbasbûyî de li gelek eniyan li dijî hêz Hûsiyan, 756 operasyon encamp dane. Herwisa Artêşa Yemenê, ragihand 4 pasdarên terorîst ên rêjîma Îranê ku karê taybet bi diron û mûşekan bo Hûsiyan bi rê ve dibirin, kuştine.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê, bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku hêzên dewleta fermî ya Yemenê, çeperên Hûsiyan li çendîn bajar û deverên stratêjîk kirine Armanc.
Pêka gotina El-Nuzaylî, hêzên esmanî, diron, nîşançî, topxane û yekeyên avêtina rakêtan, beşdarî li wan operasyonan de kirine.
Ji ber desttêwerdan û siyaseta şerxwazane ya rêjîma Îranê li rojhilata navîn, her ku diçe ziyanên vê rêjîmê zêdetir dibin û stratejiya wê rastî şikestinên mezin tê.
Di dawî operasyonên artêşa Yemenê de li dijî milîsên Hûsiyan, zêdetirî 2,300 çekdarên Hûsiyan hatine kuştin û birîndar kirin, ku çar pastarên îranî yên pispor di warê diron û mûşekan de li parêzgeha Teizê hatine kuştin.
Ev bûyer careke din îsbat dike ku piştgiriya leşkerî ya Îranê ji Husiyan, Yemenê aloztir dike, û xisarên mezin malvêraniya zêdetir bo xelkê Yemenê diafirîne, bo mînak rêjîma Îranê dixwaze Yemenê jî weke Xeze û başûrê Lubnanê lê bêt.