Pêka amarên destpêkî yên belavbûyî li roja Dûşemî 28ê Îlonê, nirxa Dolar li bazarên Îranê ji 240 hezar Tumenî derbas bûye û xuya nîne heta dawiya rojê, nirxa Dolar dê heta çi astekê bilind bibe.
Nirxa dawi ya Dolar li roja derbasbûyî 235 hezar û 200 Tumenî bû, lê li destpêka roja Îro bi nirxa 240 hezar tumenî hatiye firotin û li demjimêrên berî nîvro, heta 240 hezar û 800 tumenî jî bilind bûye, lê nirxa vê li navbera 240 hezar û 241 hezar Tumenî diguhere.
Herwisa nirxa Euro ji 273 hezar û Pondê Birîtaniyayê ji 318 hezar Tumenî derbas bûye û her sikeyeke zêr jî nirxa vê gihîştiye 242 milyon Tumenî.