Amerîkayê huşdarî da dewleta Îraqê ku her balafirxane an navendek ku hatina balafirên rêjîma Îranê bo Îraqê erê bike, an hêsankarî li hatina wan de bike, dê rastî dorpêçkirinê bibe.
Pêka rapora rojnameya “El-Şerqul Ewset”, ev huşdarîdana Amerîkayê micid û rasterast bûye û ragihandiye li egera berdewamiya hatina balafirên rêjîma Îranê bo her balafirxaneyeke Îraqê, ev balafirxane û şirketên pêwendîdar ku xizmetguzariyan bidne wan balafiran, dê rastî dorpêçkirinê bibin.
Pêka wan raporên belavbûyî Amerîkayê bo dewleta Îraqê rohn kiriye ku sizakirin dikare bilî şirketan, her navend a balafirxaneyekê li xwe bigre ku xizmetguzariya hatina balafiran, xizmetguzariyên li nav balafirxaneyê an gihandina şewatê bi balafirên rêjîma Îranê bidin.