Li Îranê de û bi taybet li bajarên mezin de, krîza benzînê kûr dibe û welatî neçar dimînin ku bi seetan li ber sefên dûrûrirêj de li benda wergirtina benzînê de bisekinin. Li gorî nûçeyên dawî, welatiyekî diyar kir ku ji seet 2:00ê şevê ve li sefê de bûye demjimêr 8ê sibêdehê kariye benzînê wergire û vegera malaxwe. Yanê ji bo vegirtina tenê 20 lître benzîn, 6 seet û nîv di sefê de sekiniye. Li bajarên mezin ên weke Tehran, Meşhed û yên dine de, piraniya pombenzînan li ber nebûna benzînê hatine daxistin.
Li gorî amarên Şirketa Neteweyî ya Belavkirina Berhemên Neftê, navinca benzîna hewce li Îranê de rojane ji 148 milyon lîtreyî zêdetir e. Ew daxwaza zêde û kêmbûna berhemanînê ku ji ber êrişên Amerîkayê li ser damezravên neftê û pirsgirêkên çêbûye, bûye sedema tirs û fikarên mezin li ser bilindbûna bihayê benzînê. Desthilatdarên rêjîmê dibêjin pirsgirêka peydakirinê tune ye, lê xelk ji ber fikara bihabûnê diherike ser pombenzînan.
Gorî dawî zaniyariyan, digel kirîza kêm bûn û egera giranbûna bênzînê û rewşa xirab a aborî û zêdebûna teweromê û bihatiyê, xelk di rewşekî gelek xirab de ne û nîgeranin ku kirîz j vêne jî zêdetir bin. Her diçe diravê Îranê jî buhayê xwe ji dest dide, îro nirxa Dolarekî Amerîka geheşte 224 hezar tumenî.