Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinardekirina nefta Rojhelata Naverast giheşte bilindtirîn assta xwe

14:25 - 28 Îlon 2026

Şîkariya (Kêplêr) eşkere dike ku hinardeya nefta xam a berhemhênerên serekî yên rojhelata Nawîn li meha Îlonê de bo 12.8 Milyon bermîl li rojekê de zêde kiriye, ku eva jî bilindtirîn asta hinardeyê a piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê ligel Komara Îslamî ye.

Li gorî raporta Nûçegihaniya Roytêrzê, vejîna hinardeya neftê bi sedema zêdebûna berçav a barên neftî yên Erebistan û Îmaratê li rêya Tengava Hormozê de bûye.

Xemlandinên destpêkî ên Kêplêr nîşan didin ku hinardeya neftê li vê rêya deryayî a sitratejîk da li vê mehê de gihaye nêzîk 7.4 Milyon bermîl di rojekê de.

Erebistan, piştî evê ku êrîş kirine ser hêla lûleya Rojlelat-Rojava û zirar berkeft, barên neftî ber bi bender Ebas (Reîs Tenûre) li kendawê kiriye, bi vê jî hinardeya nefta Erebistanê li vê mehê de zêdetir li du beramber zêde kiriye û gihaye 5.4 Milyon bermîlan di rojekê de.

Li heftiya derbasbûyê de 19 nefthilgirên mezin karîne bi koma 38 Milyon bermîl neft ve li Tengava Hormozê de derbas bibin.

Tevî wan pêşkeftinan, kom hinardeya nefta welatên deverê bi berhevdanîn bi meha Reşemeya derbasbûyî (Pêş destpêkirina şer) hilgirê cudahiyek 6 Milyon bermîlî ye ku tê de asta hinardekirinê 18.8 Milyon bermîl bûye li rojekê de.

Tengava Hormozê şademara veguhastina nêzî %20 a neft û gaza şil a cîhanê ye û pêş aloziyan jî rojane pitir li 125 keştiyên bazirganî di vê rêreva deryayî de derbas dibûn.