Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêleke destjikarberdana mamostayan li Îranê dest pê kiriye

14:33 - 28 Îlon 2026

Li halekê de li Îranê qeyrana kêmbûna mamostayan, hînkarî li xwendingehan tûşî pirsgirêkên mezin kirine, pêleke nû ya destjikarberdana mamostayan li Îranê de dest pê kiriye û vê yekê arîşa perwerdehiyê li Îranê dijwartir kiriye.

Pêka amaran perwerdeya Îranê hewcehî bi zêdetir ji 100 hezar mamostayên nû heye, lê rêjîma Îranê di cihê dabînkirina hewcehiyên bingehîn ên mamostayan û girîngîdan bi rola mamostayan li hînkariyê de, ev piştguh xistine û givaşên geleke zêde xistine ser wan.

Pêka daxuyaniya Şêwreya Hevahengiya Sendîkaya Pîşeyî ya Mamostayan, li Îranê de mamosta rastî rewşa gelek xirab a aborî, guhnedana sîstematîk a desthilatê bi navendên hînkarî û givaşên gelek dijwar ên navendên îdarî û ewlehî hatine û jibilî destberdan ji kar û bi cih hiştina kilasên waneyan, bijardeyek din nînin.

Pêka vê daxuyaniyê, hiqûqê jêr hêla hejariyê, ticarîkirina hînkarî û cudatîdanîn, borûkrasiya îdarî, reftara tund a ewlehî û derxistin ji kar, ragirtina derfeta mamostatî û binçavkirina çalakvanên sendîkaya mamostayan, beşek ji nerizayetiyên mamostayan e.

Hiqûqê mamostayan li navbera 15 heta 25 milyon Tumenî ye û bi berçavgirtina hîla hejarî, bilindbûna nirxan û zêdebûna nirxa teweromê, mamosta li Îranê jêr hêla hejariya tevav de ne û nikarin hewcehiyên jiyana xwe dabîn bikin.