Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encamderên êrîşa bo ser boriya neftê ya Erebistanê ji Îranê ve çûbûn Îraqê

10:00 - 29 Îlon 2026

Lêkolînên hikûmeta Îraqê derxistine ku ew girûpên ku êrîşa dronî bo ser boriya neftê ya Rojhilat-Rojava ya Erebîstanê encam dane, bi awayekî neyasayî ji sînorên Îranê çûne nav axa Îraqê û ev operasyon ji parêzgeha «Meysan» encam dane.

Herwisa Malpera «El-Arabî ElCedîd» pêka çavkaniyên payebilind yên Îraqê ragihandiye ku lêkolînên li ser êrîşa dronî ya bo ser binsaziyên neftê yên Erebîstanê gehiştiye qonaxa dawiyê.

Encamderên vê êrîşê dronên xwe ji herêma sînorî ya «El-Teyb»ê avêtine û piştî operasyonê yekser vegeriyane Îranê.

Li gorî raporan, ev girûp di nava Îraqê de digel milîsên çekdar yên girêdayî Tehranê pêwendiya wan hebûye û digel Hûsiyan jî hevahengiya wan hebûye.

Çavkaniyekî îraqî eşkere kiriye ku Wezareta Derve ya Îraqê belgeyên piştrastker yên derheq nasnameya wan êrîşkeran û rêya hatin û çûna wan radestî Tehranê kiriye, lê Komara Îslamî heta niha ti bersivê nedaye Bexdayê.