Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka givaşa dorpêçên bo ser rêjîma Îranê kêm nake

10:02 - 29 Îlon 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka ragihand, givaşa dorpêçên bo ser rêjîma Îranê bi ti awayekê kêm nake û darayîya blokbûyî ya Îranê bo rêjîmê azad nake û rapora “Axios” li vê derheqê de çewt e, û dibe bi lezgînî vê rapora çewt reş bikin.

Rojnameya “Axios” li roja Duşemî 28ê Îlonê bi belavkirina raporekê îdia kiribû ku Donald Tiramp pêşniyar daye rêjîma Îranê ku li hember pêngavên erênî yên bernameya navkiya rêjîmê, beşek ji dorpêçan kêm bike û rê bo egera azadkirina darayiya bilokkirî ya rêjîmê xweş bike.

Skat Bêsênt, Wezêrê Xezînedariya Amerîkayê li vê derheqê de peyamek li tora civakiya “X” de belav kir û ragihand: “Operasiyona dûrxistina aborî bo ser rêjîma Îranê bûye sedem ku nirxa dirafê Îranê bi kêmtirîn nirxa xwe li dîroka Îranê de dakeve, em li lawazkirina şiyana aboriya rêjîma Îranê bo dabînkirina malî ya terorîzmê û berhemanîna çeka navkî, dê berdewam bin.

Roja Duşemî nirxa Dolar li Îranê gihîşte 244 hezar tumenî ku lî dîroka Îranê de bê mînak bûye.