Hêzên Hevpeymaniyan navdewletî bi serokatiya Amerîka, roja çarşemê (30ê Îlonê) dawî baregehên xwe li Êraqê vala dikin. Ev gav, ku cîbicîkirina peymana sala 2024an e û di serdem hikûmeta Donald Tiramp de tê cîbicîkirin, dawî li hebûna leşkerî 20 salan a hêzên Amerîka tîne ku tê de zêdetir ji 4500 Serbazên Amerîkî hatibûn kuştin.
Ev derketin astengiya herî giring a leşkerî û hevsengiya hêzê ya li dijî rêjîma Îranê radike. Ev yek rê li ber grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve vedike ku bandora xwe li ser biryarên ewlehî û siyasiyên Êraqê zêde bikin. Di heman demê de, berpirsên van grûpan, vê pêngavê wek serkeftinekê dibînin.
Ji aliyekî din ve, di nav welatiyan û civaka herêmî de fikarên mezin derbarê amadehiya leşkerî ya Êraqê de çêbûne. Gelek desthilatdar û parên civakê li Êraqê de hişyarî dan ku Êraq hîn bo birêvebirina ewlehiyê ne amade ye û valahiya desthilatê welatiyan ditirsîne.
Herwisa, rayedarên ewlehiyê yên Êraqê û Herêma Kurdistanê derbarê egera xwederxistina DAÎŞê ji nû ve hişyariyê didin. Fermandarê leşkerî Sîrwan Barzanî ragihand ku piştî biryara derketina hevpeymanan, liv û tevgera şaneyên razayî yên DAÎŞê zêde bûye. Li Kerkûkê jî hat ragihandin ku şaneyên terorîst mijûlî amadekirina êrîşên xwekujî ne da ku nîşan bidin ku heya niha jî xwedî şiyan in.
Desthilatdarên Herêma Kurdistanê jî nîgeraniya xwe li derheq wekêşyana hêzên hevpeymanan li Êraq û Herêma Kurdistanê nîşan dane.