Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyan li çend parêzgehan de kombûnên nerizayetî lidar xistin

14:22 - 29 Îlon 2026

Roja 28ê Îlonê li Rojhilatê Kurdistanê, li parêzgehên “Sine û Kirmaşan”ê de malnişîkiriyên îdareya muxabiratê kombûnên nerizayetiyê lidar xistine û tekezî li ser daxwaziyên xwe dikin.

Wan malnişînkiriyan li derheq wernegirtina bersiva daxwaziyên xwe, birêveneçona tevav a ayînnameya 24 a sala 1389 a rojî û pirsgirêkên pêwendidar bi bîmeya zêdekirî, nerizayetiya xwe nîşan dane û daxwaza pêregihîştina lazgîn bi rewşa jiyan û dermaniyên xwe kirine .

Herwisa wan malnişînkiriyan berpirsên payebilnd ên şirketa muxabirat û pişkdarên vê yên bingehîn ku yekeyên ser bi stada birêveberî û spaha pasdaran a terorîst in bi berpirsyar zanîn ku bersiva daxwaziyên wan Nadin.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya muxabiratê li parêzgeha Îsfehanê de jî kombûneke hevşêwe bi rê ve birin.

Li parzgeha Gîlanê de jî malnişînkiriyên şirketa “Şefarûd” li rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê li vê parêzgehê, kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwazî û pirsgirêkên hewcehiyên jiyanê û daxwaziyên sendîkayî û hiqûqên paremayî kirin.