Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana xwendekaran li dijî bilindbûna nirxa xwendinê

14:24 - 29 Îlon 2026

Di berdewamiya nerazîbûnên qat û parên cuda yên civakê li Îranê, xwendekarên Zanîngeha Ellameya Tebatebayî roja duşemî 6ê Rezbêrê kombûnek nerazîbûnê lidar xistin û li dijî kuştinên hikûmetî, hicaba bi zorê û krîzên aborî dirûşim dan.

Xwendekar li dijî bilindkirina nirxa xwendinê ya xwendekarên beşa şevane, rewşa xwarin û xizmetgûzariyên beşên navxweyî û herwisa hicaba bi zorê, li perdîsa sereke ya zanîngehê kom bûn.

Li gorî rapora ajansa «Emîrkebîr», hêzên Basîcan bi navê «diyalog»ê hewl dane wan kombûnan têk bidin. Di hember vê yekê de, xwendekaran dirûşima «Em diyaloga we naxwazin» «Heta mela neyê kifinkirin, ev welat nabe welat» û «Mirin bo zordaran, hicab û Geşta Êrşad» dan.

Hêjayê gotinê ye ku Zanîngeha Ellame ya Tebatebayî di dema nerazîbûnên meha Befranbarê de jî yek ji navendên sereke yên nerazîbûna xwendekaran bû.

Tevgera xwendekariyê ya Îranê li dijî zordariyê, cudakariyan, nedadperweriyan, hicaba bi zorê û bilindbûna nirxa xwendinê roj bi roj berfirehtir dibe.