Roja derbasbûyî dawî nirxa tomarkirî ya Dolar li beramberî Tûmen li Îranê, 244 hezar Tûmen bû, lê li destpêka roja Sêşemê 29ê Îlonê, bi 250 hezar Tûmenî dest pêkir û heta demjimêrên nîvro û heta dema amadekirina vê nûçeyê geheşte derdora 253 hezar Tûmenî.
Herwisa nirxa EURO gihîşte 279 hezar Tûmenî û Pondê Birîtaniyayê ji 326 hezar tûmenî derbas bû.
Hevdem digel bilindbûna nirxa Dolar, û bê qîmetbûna bihayê dirafê Îranê, nirxa sikeyên zêr li Îranê de jî bilintir bûye û niha her sikeyek zêr ji 250 milyon Tûmenî derbas bûye.
Lezgîniya bilindbûna nirxa Dolar li Îranê gelek zêde bûye û xuya nîne heta çi astekê dê bilind bibe.
Ev yêka bandora rasterast dadinê ser jiyana xelkê belalêdayî yê Îranê û bi bilindbûna nirxa dem bo demê a hewcehiyan, êdî li rastî de kêm kes û malbat heye ku bikare bersivderê jiyana xwe be, xelkê welat baca şerxwazî û zordariya rêjîma dictator û desthilatdarên wê yên dijîgeî didin.