Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemiyeke navkiya balafirhilgir a Artêşa Amerîkayê ber bi Rojhilta navîn ve tê

15:38 - 29 Îlon 2026

Gemiya navkî ya balafirhilgira “USS Theodore Roosevelt (CVN-71)” a Amerîkayê ku hilgirî balafirên curbicur ên şerkerên Artêşa Amerîkayê ye, ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê ketiye û ev gemiya 333 metrî dê li jêr fermana “CENTCOM”ê de erkên xwe cî bi cî bike.

Pêka raporên belavbûyî, ev gemiya balafirhilgir ku fermandehiya girûpa 9 a êrîşkar a balafiran dike, li roja Yekşemiya derbasbûyî li binkeya deryayiya “Sen Diyêgo”yê bi rê ketiye ku erkê gemiya balafirhilgira “USS George Washington” bi dawî dibe.

Amerîka hêzên xwe yên li jêr fermana “CENTCOM”ê heta astekê nûjen dike û her carê beşek ji wan diguhern û hêz û alavên nû di cihê wan de cihgîr dikin.