Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şirketa Têtêr dest bi ser 550 milyon Dolar darayiya Îranê de girt

15:42 - 29 Îlon 2026

Şirketa “Tether” a dirafê dîcîtalî, ragihand ku bi armanca hevahengî digel Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, li sala 2026 a Zayîne de zêdetir ji 550 milyon Dolar a darayiya dîcîtal a pêwendîdar bi banka navendî a rêjîma Îranê û torên dorpêçkirî yên rêjîma Îranê alîkarî dikirin, dest bi ser de girtine.

Vê şirketa dirafê dîcîtal, ev rapora li roja Duşemî 28ê Îlonê belav kiriye.

Pêka vê raporê li heyva Nîsan a 2026ê de 344 milyon Dolar û li heyva Tîrmeha 2026ê de zêdetir ji 130 milyon Dolar ji darayiya dîcîtal a rêjîma Îranê bi hevkariya Wezareta Xezênedariya Amerîkayê û data û zanyariyên vê, dest bi ser de girtine.

Pêka vê raporê ev dirafê dîcîtal pêwendîdar bi spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst û Hizbullah Lubnanê ye.