Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dibe sizaya bidarvekirinê li Îranê de bi tewawî bête hilweşandin

15:54 - 29 Îlon 2026

May Sato raportêra taybet a neteweyên Yekgirtî bo Mafê Mirov li Îranê, daxwaza diyarîkirina mohleteke yasayî a bilez bo ragirtina tev sizayên bidarvekirinê, heya dema hilweşandina tewaw a wan sizayan li Îranê de kir.

May Sato li peyamekê de bi boneya derbasbûna du sal bi ser destbikarbûna xwe weke reporter de, îşare bi vê kir ku, dubarebûna bilindbûna rêjeya bidarvekirinê li Îranê de nîşaneya eşkere a nebûna dadperweriyê ye.

Navbirî ragehand ku li 7 heya 18ê Rezberê ve (Roja cîhanî a dijayetîkirina sizaya bidarvekirinê) belge û zaniyariyan li ser wan dosyane dê belav bike ku ligel berpirsên Komara Îslamî de behis kirine.

Sato tekezî ji vê kir ku, piraniya hukman bi bê berçavgirtina pêwerên navdewletî ên dadgehîkirina dadperwerane hatine dan, bi taybet bo girtiyên xwepîşandanan, tohmetbarên maddên hişber û cezadanên qîsas.

Berê jî Volkêr Turik, Komîsyarê bilind ê Mafê Mirov yê neteweyên yekgirtî û endamên encûmena nûnerên Amerîka tekezî li ser zêdebûna sizaya bidarvekirina girtiyên siyasî kiribû û daxwaza ragirtina bilez kiribû.

Komara Îslamî sizaya bidarvekirin û girtinên neyasayî wek emrazekê sereke bo tirsandina civakê û tepeseriya nerizatiyên siyasî bikar tîne, siyasetek ku herdem ji aliyê damezravên navdewletî ve hatiye şermezarkirin.