Raportên ji çavkaniyên herêmî diyar dikin ku êvara sêşemê, 29ê Îlonê, li taxa Xerîbabadê ya bajarê Îranşahrê anku Pehre pevçûneke dijwar a çekdarî di navbera hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê û çend kesên çekdar de derket.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, dengê guleyan û mûşekên Arpîçiyan “RPG” li tevahiya herêmê hatine bihîstin. Hêzên leşkerî bi dehan maşînên leşkerî, neferberên Zêrêhî û tankan û diron şandin cihê bûyerê û hemû rêyên hatin û diçina herêma şer û pevçûnê heta dûriyeke mezin girtin.
Raportên herî dawî yên ji aliyê kanal û malpera "Resed Belûçistan"ê ve hatine piştrastkirin, didin xuyakirin ku hêzên çekdare rêjîmê û bi taybetî spaha terorîs bi ser malekê de girtine û bi avayê herî hovane ev mal dane ber rehêla guleyan û çekên giran. Di encama vê êrişê û gulebarana dijwar de welatiyekî beluç ê bi navê Murtaza Sitûde, ku kurê Nezer e, hatiye kuştin.
Heta niha derbarê nasnameya kesên din ên çekdar, sedema sereke ya derketina vê pevçûnê û xesarên din zanyariyên fermî û temam nînin. Piştî dawîhatina şer jî hêzên rêjîmê li herêmê mane û belûçistan û bi taybet Îranşehr hatiye milîtarîzekirin.