Çar sal ji “Îna bi Xwîn ya Zahedanê” derbas dibe, ew roja ku di 8ê Rezbera 1401an de, piştî nimêja Înê, welatiyên Belûç li ber Mizgevta Mekî ya Zahedanê rastî gulebarana rasterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatin û di nav çend demjimêran de, zêdetirî 100 kesan hatin kuştin û sedan kesên din jî birîndar bûn ku hejmarek zêde ji wan zarok bûn.
Ew roj weke yek ji rojên herî mergbar û bixwîn yên tevgera Jin, Jiyan, Azadiyê di sala 1401an hatiye bi navkirin.
Navendên Mafê Mirovî jî di raporên xwe yên cuda de ragihandine ku hêzên rejîma Îranê, bi bikaranîna çekên şer li dijî xwepêşander û zarokan, dest bi reftarên hovane û dûr ji her pirensîpek yasayî û mirovî kirine.
Lêborîna Navnetewî jî di raporeke berfireh a vê dawî de, kuştina welatiyan di “Îna bi Xwîn ya Zahedanê” wekî cinayet li dijî mirovahiyê binav kiriye û ew tepeseriya welatiyên Belûç wekî kiryarekî armancdar bi nav kiriye. Wê saziyê herwisa tekez kiriye ku heta niha lêkolînek serbixwe bo ronîkirina rastiyê û nasîna hemû berpirsên vê qetlûamê nehatiye kirin.
Piştî çar salan, malbatên qurbaniyan hîn jî li pey dad û edaleta rastîn digerin, lê li şûna hebûna dadperweriyê, ew bi tepeseriyê, binçavkirin, gefên giran re rû bi rû dibin.
Hêjayê gotinê ye ku, tepeseriya welatiyên Belûç piştî Îna bi Xwîn dawî nebûye. Rojane rapor û nûçe tên belavkirin ku hîn jî kuştina welatiyan, binçavkirin, sepandina cezayên giran, givaş li ser çalakvanan û gefên li ser malbatên dadxwaz li Belûçistanê berdewam e.