Li gorî raporta Hengawê, roja Sêşemî 7ê Rezberê, ciwanek bi navê Nayîb keremî, temen 25 salî û xelkê gundê Banînar ê ser bi bajarê Selasa Bawecanî li dema çerandina terş û pez de, li deverên sînorî yên wî bajarî de, ji aliyê hêzên sipaha pastaran a terorîst ve kefte ber teqeya rastewxwe û hate kuştin.
Li gorî zanyariyên Hengawê, piştî teqekirin li wî ciwanî Kurd, hêzên çekdar ên rejîma Komara Îslamiya Îranê bi çêkirina rewşekî tund a ewlehî, gundê Banînar dorpêç kirine.
Hêjayê gotinê ye ku salane hêzên çekdar ên rejîma Îranê bi awayê berdewam, bi bê tu sedemekê welatiyên Kurdistanê didne ber destrêja guleyan û salane bi dehan welatiyên bê berevan li Kurdistanê û herwisa netewên dine yên bindest li Îranê de têne kuştin û birîndarkirin.