Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du girtiyên din yên nerizatiya Befranbarê hatine bidarvekirin

12:48 - 30 Îlon 2026

Dezgeha Dadweriya rejîma Komara Îslamî sizaya bidarvekirina Elî Hêmetî sîstanî û Mecîd Nîkendîş, du li xwenîşanderên girtî yên nerizatiya Befranbara 1404an li Meşhedê, cîbicî kir.

Sipêdeha Îro Çarşemî 8ê Rezberê, Ajansa Mîzan a ser bi dezgeha binav dadweriya Îranê tevî ragehandina sizaya girtiyên nerizatiya Befranbarê, pirûpagenda vê kir ku wan du kesan dest li kuştina çar hêzên çekdar ên rejîmê de hebûye.

Dezgeha Dadweriya rejîma Tehranê çi li dema girtin, çi li dema dadgehîkirin û çi piştî bidarvekirina wan du girtiyane de, tu belgeyek bawerpêkirî û piştrastkirî bo pirûpagende û tohmetbarkirina wan girtiyan ku goya çar kes ji hêzên rêjîmê kuştine, belav nekiriye.

Raportên Mafê Mirovî behs ji vê dikin ku piraniya wan tohmetane li jêr îtirafa bizorê biser wan du kesên ku hatine bidarvekirin hatiye sepandin.

Hêjayê gotinê ye ku eva jî di demekê de ye ku dehan raportên corbicor li ser wergirtina îtirafa bizorê li jêr îşkencê de hatine wergirtin, û mifahwergirtin ji wan bo derkirina hukmê giran hatiye belavkirin.

Dezgeha Dadweriya rejîma Komara Îslamî careke din nerizatiyên Befranbara 1404ê bi Kudeta û xwepîşander jî bi (Bikirêgirtiyên dujmin) û (alozker) bi nav kirin.

Hêjayê gotinê ye ku Komara Îslamî heya niha pitir ji 31 kes ji xwepîşanderên meha Befranbara sala derbasbûyî bidarvekirine.