Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelateke 15 milyon Dolarî bo zanraiyên li ser 3 terorîstên rêjîmê hate diyarîkirin

12:52 - 30 Îlon 2026

Roja Çarşemî 30ê Îlonê, Wezareta Derve ya Amerîkayê, bo wergirtina her zanyariyek li derheq 3 pasdarên terorîst ên rêjîma Îranê ku berpirsên payebelind ên yekeya hewa-feza ya spaha pasdaran a terorîst in, heta 15 milyon Dolar, xelat diyarî kiriye,

Wezareta Derve ya Amerîkayê ew 3 terorîs ên bi navên “Elîesxer Norozî, Ebdullah Mêhrabî û Ehmed Ceiferabadî” dane nasandin, ku karê yekeya hewa-feza ya spaha pasdaran a terorîst dikin ku berpirsê geşedan bi sîstemên cebilxane, berhemanîn û bikaranîna dironan û mûçekên Îranê û herwisa dabînkirina alavên hewce yên spaha pasdaran a trerorîst in.

Bernameya “Xelat bo Dadperweriyê” ragihandiye kesên ku li derheq wan 3 terorîstên rêjîma Îranê, li derheq karûbarên malî ya yekeya hewa-feza ya spaha pasdaran an kes, navend û kiryarên pêwendîdar zanyarî hebin û bide, dikarin bi rêya torên pêwendîdar ên wek Signalê, pêwendiyê bi wezareta derve a Amerîka û Bernameya “Xelat bo Dadperweriyê” ve bigrin.