Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Qeterê, gefên rêjîma Îranê bo ser jêrxanên deverê şerezar kir

13:13 - 30 Îlon 2026

Macid El-Ensarî, Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê li berteka gotinên pasdarê terorîst Mihemdbaqir Qalîbaf, serokê meclîsa rêjîma Îranê de gotiye: biarmancgirtina jêrxanan digel berjewendiya cihgîrbûna deverê dijhevî heye, her cure gefek bo ser jêrxan û navendan, binpêkirina mafên navnetewî û cînaretiya welatan e.

Pasdar Qalîbafê terorîst gotibû ku hekî ewlehiya Îranê neyê dabînkirin, ti jêrxanek li deverê ji êrîşan parastî nabe û hekî rêjîm nekare neftê bi azadî bifroşe, ti welateke deverê jî nikare nefta xwe bifroşe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê tekez kir, welatên Kendavê hilnebijartine ku beşek ji şer bin, rêjîma Îranê dibe hemû êrîşên xwe bo ser welatên deverê bisekinîne û welatê Qeterê tevî ku hatiye biarmancgirtin, lê dîsan li hewldan bo aşitiyê, berdewam dibe.