Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêntagonê bi fermî dawîhatina meimûriyeta serbazî ya Amerîka li Îraqê ragihand

15:31 - 30 Îlon 2026

“Şan Parnêl” Hevkarê Wezîrê Şer ê Amerîkayê û Berdevkê payebilin ê Pêntagonê bi belavkirina daxuyaniyekê, ragihand: “Amerîka û Hevpeymanên xwe, operasiyona “Îradeya Qahîm” li Êraqê bi fermî bi dawî anîn”. Ev biryara Amerîkayê pêka daxuyaniya Hevpar a Amerîka û Êraqê li sala 1403 a Rojî ye.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ku derketina rêkûpêk a hêz û alavên hêzên Hevpeymanan ji binkeya esmanî ya Hewlêrê, dawîhatina serkevtiyane ya pêsipartiyekê dide xuya ku şikest bi girûpa DAÎŞê anî.

Şan Parnêl, ev yeka bi xala nîşanderê şerê 12 salan binav kir ku şikest bi DAÎŞ a wek gefek serbazî û rêkxistinkirî li Îraq û seranserê deverê anî.

Navbirî ragihand ku pêspartiya serbazî ya bi navê “îradeya qahîm, li Êraqê de bi fermî bi dawî hat.

Wî berpirsê Pêntagonê ragihand, çavrê ye ku hêzên ewlehî yên Êraqê ên wek Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiya Herêma Kurdistanê, rêberiya hewldan bo dabînkirina ewlehiya Êraqê û sekinandina paşmaweyên DAÎŞê li bigirne stuyê xwe û Amerîka dê li perwerdeya armancdar û piştevanîkirina zanyariyan bo hevpeymanên xwe yên Êraqê berdewam dibe.

Herwisa navbirî ragihand ku ewlehiya Êraqê li hember kiyraên paşmaweyên DAÎŞê û girûpên ser bi rêjîma Îranê li Êraqê ku serweriya desthilata fermî dibin jêr pirsyarê, li stuyê Îraqê ye.