Îşev demekê berî nih, Kempa Azadî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi dronekê ji aliyê rêjîma Komara Îslamî ve hate armancgirtin.
Kempa Azadî li nêzîkî bajêrê Koyeyê li Herêma Kurdistanê ye û cihê akincîhbûna malbatên Hizba Dêmokrat e.
Di vê hefteyê de ev duhemîn pêla êrişa dronî ya Komara Îslamî ye bo ser kempên Hizba Dêmokrat.
Roja 6ê Rezberê û hevdem digel çaremîn salvegera muşekbarana barigehên Hizba Dêmokrat piştî biencamgehiştina proseya yekxistina Hizba Dêmokrat, ev kemp bi sê dronan hate armancgirtin.
Ji destpêka şerê vê dawiyê yê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve heta niha bi zêdetir ji 165 muşek û dronan, binke û baregehên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê hatine armancgirtin